KESKESOR (Rainbow)

Xwezî evîn nav însana
Heba nav hemû dinya
Tû ferq nake ins û cins
Lê, evîn a nav dila

Bila mêr ji mêra ra
Bila jin ji jina ra
Hez bike, bes evîn be

Ji sedsalan li Kurdistan
Maxrib, Îran û Hindistan
Kes lê dijê tunebû
Ta ku Sipî hatibû

Sipî hat û gotî – Va ye
Tu rengîn ez jî sipî me
Yek jinik e, yek mêrik e
Yek dewlemend, yek sefîl e
Ûsa bibe dinya alem
Va ku dibêjim, ev rastî ye

Gelê me got – Wisa nabe
Şêr şêr e, çi jin çi mêr e
Dil dil e, çi jin çi mêr e

Paşê gotin – em qebul dikin
Trans* û hemzayendan kuştin
Heta îro berdewam e
Ev kuştina dildaran
Heta îro berdewam e
Ev kuştina li malan

Weylo li min, weylo li min
Xwişk û birê’m hatin kuştin

Gelo, ma tu sipî bûyî
Ka giringatî vî dilî

Va neke, çavê min, neke
Tu bindest bindestî neke
Ev çand û dîroka me ne
Ka binêre, ka binêre

Destê me da çek jî tune
Tenê destêk bi kulilk e

Gulên bexçê rengereng in
Em perçêkî keskesor in
Der û dor bêje nebêje
Doza min jî doza te ye

Werin bi hevra bimeşin
Em evînê biparêzin

Mafên me qebul bikin, bidin
Heger nadin, em ê bigirin

Ez însan im, wekî te me
Dinya alem bi evîn be

Lyrics & Music: Adir Jan
Language: Kurmancî
Arrangement: Conny Kreuter, Dave Sills,
Bilal Hammour, Hogir Göregen, Adir Jan

Jibo bîranîna Roşîn Çîçek.

Neither the hatred instilled nor the hatred inside
will ever again weaken the heart.
No other Roşîn will die.

Comments are closed.